Jujî
Författare | |
---|---|
Medverkande | |
Förlag | Apec Förlag |
Genre | Skönlitteratur barn och ungdom |
Format | Inbunden |
Språk | |
Antal sidor | 32 |
Vikt | 0 |
Utgiven | 2022-04-05 |
SAB | Hcf |
ISBN | 9789188333827 |
SEYWAN SAEDIAN
Ji rojhilatê Kurdistanê ye. Piştî penaberiya li çar welatan û anuha li Swêdê dijî. Seywan Saedian hunermendekî piralî ye: hunermendê şêwekarîyê, peykertraşê dar û kevnehesinan, şaîr û nivîskarê pirtûkên zarokan e. Pirtûka Jujî yek ji van pirtûkan e. Lê bêtir peykersaziya wî bala meriv dikêşe ku çawa ji kevnehesinan peykerên balkêş û bedew saz dike. Peykerên wî li gelek bajarên cuda cuda hene: Şengal, Hewlêr, Bonn çendek ji van bajaran e. Ji evê hunera wî ya balkêş peykerekî bi 3 metreyî bilind li ser daxwaza kommuna Gävleyê çêkir û sala borî di meha payîza pêşîn de ew li bajarê Gävleyê bi merasîmek hat vekirin.
RUNAK RESULPUR
Ji rojhilatê Kurdistanê ye û ev jî piştî penaberiya li çar welatan anuha li Swêdê dijî. Li Îranê di unîverstêyê de hunera keramîkî û desenên grafîkî xwendiye û ev nêzî 20 salan e ku li ser vê hunera xwe kar dike. Ji bilî vêya îro bêtir giraniya xwe daye ser wênesaziya anîmasiyon û pirtûkên zarokan.